Xizmên şehîdên komkujiya Cindirêsê: Divê QSD Efrînê rizgar bike

Xizmên şehîdên komkujiya Cindirêsê yên li kantona Şehbayê dimînin, bang li QSD û Kurdan li cîhanê kir ku hesabê ji çeteyan bipirsin, Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.

Kurê şehîd Nezmî Osman Ebdîn Osman ku niha li şehbayê dimîne têkildarî komkujiya cindirêsê axivî û ev agahî da:

Kurê apê min li ser banê malê agirê newrozê pêdixe, çete tên destwerdanê dikin û di navbera bavê min û çeteyan de nîqaş çêdibe.

Piştre çete bavê min, du apêmin û kurê apê min dikujin û diçin

Herkes dizane Newroz Cejnekî Netewî ya Kurdan e, hemû kurd pîroz dikin.

Berdêl çi dibe bila bibe emê li nirxên xwe xwedî derkevin”

Ebdîn bang li hemû kurdan kir ku pişgiriyê bidin serhildana Cindirêsê û Efrînê destê dagirkeran derxînin, xwedî li şehîdên newrozê derkevin

Xwişka şehîdan Tolîn Osman jî sedema komkujiyê wiha şîrova kir:

“Ji ber ku ew malbeteke welatparêz e, ew kir hedef. Xwestin agirê Newrozê di laşê birayê min û kurê birayê min de vemirînin.

Em dê rêya wan bişopînin û li hember zordestiyê û zulmê şer bikin.

Em dixwazin hesab ji sûcdaran were pirsîn.”

Xwişka şehîdan Tolîn Osman bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku tola şehîdan hilîne û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxe.

Back to top button