HRE: LI EFRÎN Û BABÊ 4 ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrîn diyar kir ku di çalakiyên hêzên wan li Efrîn û Babê de 4 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek.

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Rizgariyê 24ê Tebaxê bi çalakiyekî sabotajê kombûyînekî çeteyên Feyleq el-Şam li gundê Dêrbelût yê navçeya Cindêrisê kirin armanc.

2 çeteyên bi navê İbrahîm Ebû Nûr û Xalid Ebû Ehmed birîndar bûn.

25ê Tebaxê jî Hêzên Rizgariyê li baregehekî çeteyên Tirkiyê li derdora gundê Hezwan yê herêma Babê xistin.

Di vê çalakiyê de jî 4 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Doh jî Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiya 24’ê Mehê li gundê Til Malid yê bajarê Mare de 3 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button