Rîma Suker yekem jin e ku li Filistînê di warê ewlekariyê de dixebite

Rîm Suker yekem karmenda ewlekariyê ye li Xezayê, qeyd û kevneşopiyên ku civakê li ser jinan bi erkên sînordar ferz kirine, dişkîne û di warê ewlekariyê de dixebite.

Di navendeke bazirganiyê de jina bi navê Rîm Suker bi cil û bergên ewlekariyê rawestiya ye erka parastinê dike.

Ew urf û kevneşopiyên civakî paşguh dike û bendên tirsa ketina van karan dişkîne.

Rîm Suker a 36 salî anî ziman ku ew ji karê ewlekariyê hez dike û got:

Ev kar nêzî beşa xwendina min a zanîngehê ye.

Ez guh nadim şîrove û redkirina kesan çi dibe bile bibe ez ê karê xwe bikim.

Kesên di karê ewlekariyê de bixebitin divê berpirsyar bin, bêhna wan fireh be’

Em îro di cîhaneke mezin de dijîn beşdariya jinan di hemû waran de heye bi destkeftî û afrîneriyên jinan divê em gavên serkeftî bavêjin.

Back to top button