Komisyona Derve ya Parlamena Tirkiyê endamtiya Fînlandiya bo NATO erê kir

Fînlandiya gav bi gav ber bi endamtiya NATO yê ve diçe.
Pêşnûmeya qanûnê ya der barê Pejirandina Protokola Têkiliya Fînlandiya bo NATO yê li Lijneya Karên Derve ya Meclisa Tirkiyê hat qebûlkirin.

Pêşnûmeya qanûnê ya derbarê Pejirandina Protokola Têkiliya Fînlandiyayê ya Peymana Atlantîka Bakur (NATO) de li Lijneya Karên Derve ya Meclisa Bilind a Tirkiyê hat qebûlkirin.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve Burak Akçapar di Komîsyona Karên Derve ya Meclisê ya bi serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê pêk hat de, agahî da wekîlan.

Burak Akçapar diyar kir ku têkiliyên dualî yên bi Fînlandiyayê re di çarçoveyeke erênî de pêşve diçin û diyar kir ku Serokomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîstö piştî erdhejê 16-17’ê Adarê de serdana Mereş û Enqereyê kir.

Akçapar, anî ziman ku Protokola Têkiliya Fînlandiyayê ya NATO’yê encama Şerê Ukraynayê ye.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve li wê yekê mikur hat ku Fînlandiya di mijara dijminahiya li dijî Kurdan de, ji Swêdê bêtir bi wan re ketiye nava danûstandinan.

Piştre danûstandinên, Pêşnûme Qanûna Pejirandina Protokola Têkiliya Fînlandiyayê ya NATO hat qebûlkirin.

Lijneya Karên Derve wê rapora xwe ya li ser pêşnûmeyê pêşkêşî Lijneya Giştî bike.

Tê payîn ku ev pêşnûme hefteya bê li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyê bê nîqaşkirin.

Lê ev jî wê li gorî pêşnûmeyên beriya wî ji bo meclisê hatîn şandin xuya bike.

Serokomarê Fînlandiya projeya yasayên pêwist a ji bo NATO îmze kir

Divê navberê de, Serokomarê Fînlandiya Sauli Niinisto pêşûmeya serlêdana welatê xwe ya ji bo endamtiya di hevpeymaniyê de temam kir.

Swêd û Fînlandiya 18’ê Gulana 2022’an dest ji polîtîkayên xwe yên bêalîtiyê berdan û serlêdana endamtiya NATO kirin.

Ji bo ku Fînlandiya û Swêd bibin endam, erêkirina 30 welatên di nava NATOyê de pêwîst e.

Ji derveyî Tirkiyê, yekane welatê ku erêkirina parlementoyê nedaye endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê, Macarîstan e.

Back to top button