Koreya Bakur alava nukleerî ya bin avê ceriband

Rêveberiya Koreya Bakur, tevî hemû gef û hişyariyan jî ceribandinên xwe yên nukleerî didomîne.
Rêveberiya Piyongyangê ragihand ku wan alava nukleerî ya bin avê ku dikare bibe sedema Tsûnamiyê ceribandin e.
Ev ceribandin jî weke serketinekê ragihand.

Tevî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û bertekên raya giştî ya navneteweyî, Koreya Bakur lez daye bernameya xwe ya çekan.

Koreya Bakur têkildarî ceribandinên herî dawî yên çekan daxuyaniyek da.

Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreyê (KCNA) ragihand ku Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya Partiya Karkerên Koreyê (WPK) xebatên xwe yên ji bo xurtkirina parastina cewherî ya şerê nukleerî ya li hemberî Amerîka û Koreya Başûr didomîne.

Sedema van ceribandinan jî bi tetbîqat û helwesta Waşîngton û Seûlê ve girê da.

Di tetbîqata ku navbera 21-23’ê Adarê hat lidarxistin de ceribandina “wesayîta êrîşa nukleer a bêmirov a di binê avê” de hate ceribandin.

Ev yek bi rêbertiya rêberê welêt Kim Jong-un hat kirin.

Ev alava ku xwedî hêza nukeerî ye dikare tsûnamiyê bide çêkirin.

Ji xwe di daxuyaniya Piyongyanê de jî hate gotin, armanca alavê bi awayekî dizî derbasbûna nava sînorê ava welatê dijber bûyîn û piştre jî bi rêya tsûnamiyê gihiştina armancên xwe ye.

Alava ku ji herêma Riwon hatî avêtin bi serketî gihiştiye avên Derya Hongwon ya hatî destnîşankirin.

Her wiha di 22’ê Adarê de jî artêşê 2 moşekên “Hwasal-1” ji bo ceribandina hêza xwe ya taktîkî ya êrîşa nukleerî ceriband.

Hat destnîşankirin ku armancên bi durahiya hezar û 500 û hezar û 800 kîlometreyî yên li Derya Rojhilatê hatine xistin.

Lîderê Koreyê Kim Jong-un jî keyfxweşiya xwe ya ji encamên tetbîqatê anî ziman.

Back to top button