TÊ PAYÎN LÛTKEYEKE TAYBET JI BO ÎRANÊ WERE LIDARXISTIN

Koma welatên pîşesaz ango ya bi navê koma 7’an tê naskirin, lûtkeya xwe di nava 2 rojan de bi dawî kir.
Tê de gelek mijar û dosya hatin gotûbêjkirin, nemaze dosyaya Îranê ku ev demek nakokî di navbera wê û Emerîkayê de zêde bûne.

Serokên koma 7’an yekîtiyeke kêmpeyda di nav xwe de nîşan dan, ev jî li gorî pisporan bi saya serokê Fransayê Macron bixwe bû, ji ber wî karîbû atmsfereke hevseng biafrîne.

Di vê lûtkeya ku Fransa amadekariyên wê kiribûn de, serokê Emerîkayê Donald Trump pir nerm nêzî dosya bazirganî û Îranê bû.

Dûrî hêrsa wî ya her tim, vê carê Trump ragihand ew amade ye bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re rûnê.

Ev jî piştî gelek rûniştinan pêk hat.

Di nava vê lûtkeyê de, amadebûna nişkeva ya wezîrê derve yê Îranê Mihemed Zerîf tiştekî balkêş bû.

Trump got, belkî di hefteyên bê em li hev bicivin.

Ji aliyê xwe ve îro Rûhanî ragihand, ew ê ev yek pêk neyê eger ceza ji ser Îranê neyên rakirin.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ev pêşketin bi gava herî mezin bi nav kir.

Tê payîn, lûtkeyek ji bo Îranê were lidarxistin, der barê vê de jî Macron pirsî eger tenê Îran û Emerîka wê tevlî bibin an jî gelek alî?

Nuqteya herî binakok di lûtkeya koma 7’an de ew bû, ku Trump xwest Rûsya beşdarî lûtkeya bê bibe.

Lê serokê Fransî got wan li ser vê yekê bi giştî erê nekir.

Berê ev kom bi navê koma “G8” dihat naskirin, lê piştî Rûsya nîvgirava Qerem tevlî welatê xwe kir, Rûsya jê hat bidûrxistin.

Ji bo dosyaya jîngehê jî, lûtkeyê soza destekdayîna 20 milyon dolar bo daristanên Amazonê da.

Her wekî wan li ser komxebatekê li hev kir da daristanan ji nû ve bi dar bikin.

Koma welatên pîşesaz ango G7, di 1976’an de ji bo mijarên aborî hatiye damezirandin.

Tê de Kanda, Fransa, Almnaya, Îtalya, Japan, Brîtanya û Emerîkayê cihê xwe digirin.

 

Leave a Reply

Back to top button