YE mîlyonek guleyên topan bo Ukrayna dişîne

Lîderên YE ji bo Ukrayna seferber bûne.
Di lûtkeya lîderan ya pêk tê de, piştevaniya bo Ukrayna hate dubarekirin û hate gotin:
Wê mîlyonek guleyên topan bo Ukranya werin şandin.
Ger daxwaz bikin wê moşekan jî bişînin.

Di Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê hat lidarxistin de, encamên êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê hatin nirxandin.

Di dema ku civîn dewam dikir de, beşa daxuyaniya lûtkeyê ya li ser Ukraynayê hat weşandin.

Hat diyarkirin ku piştgiriya siyasî, leşkerî, darayî û însanî ya ji bo Ukraynayê wê heta dawiyê bidome.

Ji bo piştevaniya Ukrayna peyama zêdekirina alîkariyê hate dayîn.

Hate gotin, bi rêya Fona Aştiyê ya Ewropa wê mîlyonek guleyên topê bo Ukrayna werin şandin.

Lîderên YE: Ukrayna daxwaz bike em ê moşekan ji bo wê bişînin

Herwiha hat gotin, eger Ukrayna “daxwaz bike” wê bi kirîna hevpar moşek ji vî welatî re were şandin.

Rêvebiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo pêdiviya Ukraynayê ya bi cebilxane û bi taybetî topên 155 milîmetreyî bi cih bîne, ev demek e dixebitî.

Di Civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de ku di destpêka hefteyê de hat lidarxistin de, ji bo dayîna cebilxaneyê lihevkirinek pêk hatibû.

Îşaret bi cezayên welatên YE li dijî Rûsya ragihandî jî hate kirin û ev tişt hate gotin:

Em bi zêdekirina cezayan dixwazin zexta ser Rûsya zêde bikin.

Back to top button