Stratejiya Tifaqa Ked û Azadiyê ya hilbijartinê zelal bû

HDP wê bi logoya Partiya Çep a Kesk, TÎP Û EMEP jî wê bi logoyên xwe, di bin sîwana tifaqê de beşdarî hilbijartinê bibin.

Ji bo hilbijartina li Tirkiyê partî û tifaqên beşdarî hilbijartinên bibin, stratejiyên xwe yên dawiyê diyar dikin.

Tifaqa Ked û Azadiyê ku baleke zêde kişandiye ser xwe, jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe bi dawî kir.

Partiyên di nava tifaqê de 16’ê Adarê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê civiyabû.

Partiyan biryar dan ku wê bin sîwana Tifaqê de biçin hilbijartinê.

HDP, Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) di Tifaqê de cih digirin.

Tifaqê di 22’ê Adarê de jî helwesta xwe ya ji bo hilbijartina serokomariyê eşkere kir û piştrast kir ku wê namzet dernexin.

Tifaqê di encama danûstandinên hatin kirin de lihevkirinek tam pêk anî.

Stratejiya hilbijartinê zelal bû

HDP’ê encama nîqaşên civînê xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku wê bi yek partiyê û yek lîsteyê biçin hilbijartinê bir rojeva civîna Tifaqê.

HDP’ê her vê israra xwe domand.

Lê belê di heman civînê de TÎP û EMEP’ê meyla wê bi logoyên xwe biçin hilbijartinê nîşan da.

Li ser vê yekê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtina müzakereye serokên giştî bi desteyên partiya xwe re civiyan û wext xwestin.

Baş û Akdenîz piştî bi desteyên partiyên xwe re hevdîtin kirin, biryarên xwe ji maseya Tifaqê re ragihandin.

Piştî ragihandina biryaran re di nav partiyan de formula têkildarî stratejiya hilbijartinê jî zelal bû.

Dê di bin sîwana Tifaqê de biçin hilbijartinê

Niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doza girtina HDP’ê heye.

HDP’ê ji AYM’ê xwestibû ku biryara doza girtinê bila bimîne piştî hilbijartinê.

Lê belê AYM’ê daxwaza HDP’ê red kiribû.

HDP’ê jî li ser vê redkirinê biryar da ku dê bi Partiya Çep a Kesk di bin sîwana Tifaqê de biçe hilbijartinê.

TÎP û EMEP jî dê bi logoyên xwe di bin sîwana Tifaqê de biçin hilbijartinê.

TOP, EHP û SMF jî wê bi lîsteya Partiya Çep a Kesk biçin hilbijartinê.

Back to top button