
Sibe li Şehbayê cenazeyên du şervanên Meclisa Leşkerî yên Minbicê û şehîd Rojeng Rifet li goristana şehîdên berxwedana serdemê werin oxirkirin.
Şervanên meclîsa Leşkerî yên Minbicê Ebo Yûsif û Sêf Eldîn di encama qezayekê de li herêma cizîrê Şehîd bûn.
Îro cenazeyê her du şehîdan gihiştin Şehbayê.
Cenazeyên şehîdan ji aliyê sedan koçberên Efrîn û pêkhateyên Şehbayê ve hatin pêşwazîkirin.
Cenazeya herdu şehîdan kirin nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafînê.
Gorî nûçegihanên me ragihandin, Siba merasîma her du şehîdan û şehîd Rojeng Rifet li Şehbayê were lidarxistin.
Û li goristana şehîdên berxwedana serdemê ya li navçeya Ehrezê bên spasrtin.