Ji bo ku dernekevin xwepêşandanan, ENKS’ê gef li şêniyan xwar

Xelkê Cindirêsê heya vê kêliyê li dijî kuştina her 4 ciwanên kurd bi hêrsin û di nava xwepêşandanan de ne. Berpirsekî ENKS’ê gef li şêniyan xwar ku dernekevin xwepêşandanan. TEV-DEM′ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku rewşa li Efrîna dagirkirî karesat û metirsî ye.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’ê berpirsekî ENKS’ê gef li şêniyên Cindirêsê xwar.

ANHA’ê diyar kir ku berpirsê ENKS’ê gef li şêniyên Cindirêsên ên ku derdikevin xwepêşandanan xwariye.

Şêniyan jî da zanîn ku ew ê çalakî û xwepêşandanên xwe heya bidestxistina mafên xwe bidomînin.

Back to top button