Komên girêdayî Îranê êrîşî navendeke Koalîsyona Navdewletî kir

Komên bi ser Îranê ve yên li herêma Dêra Zorê, duh bi dronekê êrîşî navendeke Koalîsyona Navdewletî, li nêzîkî Zeviyê El Umer ê Petrolê kir. Piştî vê êrîşê hêzên Koalîsyonê, bi fermana Joe Biden, wek bersiv dest bi êrîş li dijî van koman kir. Di encama êrîşan de, 11 çete hatin kuştin.

Doh li Dêrazorî alozî û şer hebû..

Navendeka Koalîsyona Navdewletî rastî êrişê hat.

Derbarê êrişê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê “Pentagon” daxuyaniyek da û got:

Li dijî navendeke Koalîsyona Navdewletî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşek pêk hat.

Pentagon îdia dike ku ev êriş ji aliyê komên alîgirên Îranê ve pêk hatiye.

Li gorî Pentagonê, di encama vê êrîşê de, peymankarekî Amerîkî hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin di daxuyaniyê de diyar kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden fermana pêkanîna êrîşa li dijî komên girêdayî Pasdarên Îranê yên li Sûriyê da.

Biden: Tu kes nikare li hêzên me bixe û ji cezakirinê bifilite

Wezîrê Amerîkî Austin, fermana Joe Biden wiha vegot:

” Ji bo parastina gelê xwe, çi pêwîst be em ê bikin û di dem û cihê ku em hilbijêrin de em ê bersivê bidin, ti kes nikare li hêzên me bixe û ji cezakirinê bifilite”.

Di êrîşên Koalîsyona Navdewletî de 11 çeteyên komên Îranî hatin kuştin

Li ser fermana Biden koalîsyona navdewletî êrîşî komên alîgirên Îranê kir.

Gorî koalîsyonê di êrişan de, heta niha 11 çete hatine kuştin.

“Navenda Koalîsyonê ya rastî êrîşê hatibû li devera Xerab El Cîr e”

Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî, navenda Koalîsyona navdewletî ya ku rastî êrîşa hêzên Îranî hatiye, li devera Xerab El Cîr e.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên Koalîsyonê êrîşî baregeheke çekan a komên bi ser Îranê ve ya li taxa Herabiş a li Dêra Zorê kir û di encamê de 6 çete hatin kuştin.

3 çete jî li çolistana Bû Kemalê, her wiha 2 jî li başûrê bajarê Meyadînê hatin kuştin.

Back to top button