Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dronekî êriş li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hate kirin.
QSD’ê di berfirehiya daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Bi droneke kamîkaze êrişî baregeha hevbeş a hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat kirin.
Di encamê de karbesekî amerîkî jiyana xwe ji dest da û 5 leşkerên hêzên hevkar birîndar bûn.
Her wiha bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi dehan topên moşekan hat hedefkirin.
Jêdera topbaranê herêmên aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne.
Her wiha 2 top li mala sivîlekê ket û di encamê de jinek û keça xwe birîndar bûn.
QSD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ji hevkarên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn xwest.
QSD’ê êrişên bêserûber ên bi zanebûn ên li dijî herêmê, nemaze êrişên li ser sivîlan şermezar kir û got:
Em diyar dikin ku divê sivîl ji êrişan werin dûrxistin û şerê li dijî DAIŞʹê neyê astengkirin.