Komîteya lêkolînê ya NY: Çeteyan li Serêkaniyê destdirêjî li zarokekî kir

Komîteya Lêkolînê ya Taybet a Sûriyê ya NY’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên kuştin, dizî û destdirêjiyê didomînin û got, çeteyan li Serêkaniyê destdirêjî li zarokekî kir.

Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî NY ya taybet ji bo Sûriyê der barê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî de raporek ji 44 rûpelan weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku çete girtin, biçavkirin, windakirina bi zorê, îşkence, destdirêjî, nêzîkatiyên xirab, birina rehînan û talankirinê berdewam dikin.

Her wiha hate gotin ku ev kiryar dighêjin asta sûcên dermirovî.

Komîteyê der barê sûcên destdirêjiyê de mînakek parve kir û got: Çeteyan li Serêkaniyê destdirêjî li zarokekî Iraqî kir û li bajarê Babê yê dagirkirî jineke ducanî û hevjînê wê yê rojnamevan kuştin.

Di raporê de hat diyarkirin ku girtî tên kuştin û xebatên çapemeniyê tên astengkirin.

Back to top button