Li Meletiyayê avahiya 5 qatî hilweşiya

Ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê li Meletiyê avahiyeke 5 qatî ku xesareke zêde gihiştibûyê hilweşiya. Li aliyek din jî mexdûrên erdhejê yên nexweş ku di bin konan de dimînin bi mirinê re ru bi rune. Li Rihayê jî, ji ber lêhiyê cenazeyek dinê piştî 9 rojan hat dîtin.

Erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xesareke mezin bi xwere anîn.

Pitşî erdhejê li Meletyeyê avahiyek 5 qatî ku zirarên mezin gihiştibûyê hilweşiya.

Avahiya ku hilweşayî li Taxa Koyûncûoglû ya navçeya Çermîktî ya Meletiyê ye.

Hate îdiakirin ku welatiyek di bin kavilan de maye.

Ji bo lêgerînê jî xebat berdewam in.

Mexdûrê erdhejê yê di axurê de jiyana xwe ji dest da

Şehmus Kûrt ê 58 salî ku nexweşîna pençeşêrê pê re hebû, li navçeya Islahiye ya Dîlokê ji ber enfeksiyonê jiyana xwe ji dest da.

Malbata Kûrt piştî erdhejê 5 rojan cihekî mayinê bi dest wan neket, ji bêgavî di axurekî (gov) de dimîn e û kêlekeke axurê vekiriye.

Revan Dogan keça Şehmûs Kûrt axivî û got: “heger rayedar bihata, belkî gelek kes nemirba û piraniya mirovan ji serma dimirin.

Niha derûniya kesî nebaş e û bi taybet a zarokan.

Di vî warî de pêdiviya me bi piştgiriyê heye.

Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan

Li aliyek din jî, ji ber xemsariya dewletê gel di nava lehiyê de zehmetiyan dikşînin.

Li Rihayê di 15’ê adarê de ji ber baran zêde lehî rabûbû.

Îro cenazeyê şofêrê TIR’ê Emîn Ergun ku bi lehiyê re çûbû piştî 9 rojan li navçeya Hewagê hat dîtin.

Cenazeyê Ergun rakirin Saziya Tiba Edlî.

Bi cenazeyê Ergun re, li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan.

Back to top button