Kovarekî Emerîkî: Mala kartonî ya herema Başûrê Kurdistanê diruxe

Kovareke Emerîkî di dosyayekî taybet de, rexneyên tund li desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê dike û sîstema ku avakiriye jî weke mala kartonî wesif dike û dibêje: “Mala kartonî ya herêma başurê Kurdistanê dirûxe.”

Wezareta Derve ya Emerîkayê derbarê karneya mafê mirovan ya Herêma başûrê Kurdistanê rapora xwe ya salane eşkere kiribû û tê de rexne li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kiribû.

Rexneyên Wezaretê ji aliyê rêveberiya herêmê ve rastî nerazîbûnekî tund hatibû.

Piştî rapora wezaretê, kovareke Amerîkî ya bi navê Foreign Policy jî, têkildarî sîstema rêvebirin û şêwazê rêvebirina Herêma başûrê Kurdistanê raporek rexnegir belav kir.

Di raporê de sîstema herêmê weke mala kartonî tê wesifkirin û tê gotin ev mala kartonî dirûxe.

Her weha di raporê de bêhêvitiya desthilata Emerîka ya hember sîstema Başûr derket.

Di dewama raporê de hat gotin ku welatî ji ber nebûna azadiya fikir tên girtin, ne-wekheviya aborî û nebûna derfetên jiyanê, pêşî li pêlên koçberiyê vedike.

Dawiyê, kovar berê rexneyan yekser dide PDK’ê û dibêje:

“Ev yek di stûyê partiya esthilatdar ya herêmê de ye, ew jî PDK ye.

Back to top button