Mezlûm Ebdî sersaxî ji Amerîka û malbata peymankar re xwest

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî ji ber kuştina karmendê Koalîsyona Navdewletî peyama sersaxiyê weşand.

Mezlûm Ebdî li ser Twetterê peyam weşandin û wiha got:

“Em sersaxiyê ji hevalbendên xwe yên Amerîkî û ji malbata peyman-karê ku di êrîşa bi dronê ya li ser navendeke me ya hevbeş de jiyana xwe ji dest dayî re dixwazin.

Û hêviya saxlemiya lezgîn bo birîndaran.”

“Hevkariya ji bo ewlekarî û parastinê ya li gel Koalîsyonê wê bidome”

Mezlûm Ebdî tevî şermezarkirina êrîşê, teqezî li ser dewamkirina hevkariyê bi hêzên Amerîkî re, ya ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û parastina herêmê, kir.

Back to top button