ERDOGAN LI RÛSYAYÊ MIJARA NUQTEYÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ GOTÛBÊJ DIKE

Îro bi armanca gotûbêjkirina rewaş Idlibê bi Rûsyayê re , nemaze nuqteyên dewleta Tirk li herêmê, serokê AKP’ê Erdogan gihaşte Rûsyayê.

 

Berpirsekî dewleta Tirk ji ajansa Reutersê re ragihand ku mijara ”Ewlehiya leşkerên Tirk” li Sûriyê wê naveroka gotûbêjiya Erdogan û Putin be.

Berpirsê dewleta Tirk ji ajanasê re destnîşan kir ku ”Eger Rûsya di vê mijarê de bi rola xwe nelîze, wê Tirkiye ji bo armancgirtina leşkerên xwe bêbersiv nemîne”.

Duh jî Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergî Lavirov ragihand ku, bidestxistina rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê ji herêmên Sûrî re ne binpêkirina hevpeymanên Astana û Sûtçiyê ne”

Lavrov diyar kir ku ev êrîş li dijî komên terorîst pêk hatine û ev yek liserlihevhatî ye.

Beriya çend rojan, rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê tevahiya bejahiya bakurê Hemayê kontrol kir û nuqteyeke dewleta Tirk dorpêç kir.

Dewleta Tirk der barê mijarê de îdia kir ku ti nuqteyên wan nehatine dorpêçkirin.

Lê rejîmê û li ser zimanê şêwirmenda xwe Buseyna Şaban tekez kir ku wê nuqteyên dewleta Tirk bi destê leşkerên rêjîmê bi dawî bibin.

 

Leave a Reply

Back to top button