Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Sanatoya Fransa kir

Duh şandeke Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransa kir.
Di serdanê de behsa kirîza Sûrî hat kirin.
Her wiha behsa êrişên û gefên dewleta Tirk li ser Rojava jî hat kirin.

Şande ji Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Dr.Ebdulkerîm Omer Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa, Berpirsa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed, Nûrî Mehmûd Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) û “Xalid Îsa” Nûnerê Rêveberiyê li Fransa pêk dihat.

Şande li gel Pierre Laurent, cîgirê Senatoya Fransa hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de, aloziya Sûrî , nedîtina çareseriyekê jê re û bazarên li ser hesabê gelê Sûriyê ye hatin nîqaşkirin.

Her wiha gef û êrişên Tirkiyê ,binpêkirinên li herêmê dagirkerî taybet komkujiya Cindirêsê hat gotupêj kirin.

Hat destnîşankirin ku divê Fransa û civaka navneteweyî li hemberî van dosyayan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Pierre Laurent ji aliyê xwe piştevaniya xwe bo Rêveberiya Xweser re eşkere kir.

Back to top button