QSD’ê nasnameya şervanê xwe Berxwedan eşkere kir

Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir. 

QSD’ê eşkere kir ku şervanê wan Mihemed Xidir di encama krîza dil de şehîd bû.

QSD’ê anî ziman ku Ş. Mihemed beşdarî gelek pêngavên li dijî DAIŞ’ê bûye.

Her wiha li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şer kiriye.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Xidir re xwest.

Û soza şopandina rêye şehîdan heta pêkanîna xewn û armancên wan jî da.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye.

Nasnav: Berxwedan
Nav û paşnav: Mihemed Xidir El-Telfah
Navê dayikê: Îda
Cih û dîroka jidayikbûnê: Zirgan / 1998
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê – 21 Adar 2023

Back to top button