Çeteyên dewleta Tirk işkence li ciwanekî kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îşkence li ciwanekî ji navçeya Cidirêsê ya Efrîna dagirkirî kir û motorsîklêta wî dizî.

Li gor ANHA’yê, çeteyên “Ehrar Şerqiyê” li navçeya Cindirêsê îşkence li ciwanekî kirin.

Ev ciwan Hesen Mihemed Elî yê (20) saliye.

Di ser de jî motorsîklêta wî dizîne.

Xizmekî ciwanê ku îşkence lê hatiye kirin, dibêje:

Çeteyan ciwan ji serî û pozê wî birîndar kiriye.

Li ser wê yekê ew ji ser hişê xwe çûye.

Piştre ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Cindirêsê.

Tê payîn ku ji wir jî veguhêzin nexweşxaneyeke bajarê Idlibê.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku çeteyan di 20`ê Adarê de 4 welatiyên Kurd ên ji heman malbatê ku agirê Newrozê pê dixist, qetil kiribûn.

Back to top button