Oldarê Şî’î yê navdar û serokê Şepêla Sedr li Iraqê Muqteda El-Sedir bang li komên Iraqî yên li Sûriyê û yên li kêleka rêjîma Sûrî şer dikin, kir ku xwe ji Sûriyê vekşînin û vegerin Iraqê.
Piştî êrîşên ezmanî li ser baregehên Heşda Şebî li Iraqê, îro serokê şepêla Sedr li Iraqê Muqteda El-Sedir daxuyaniyek fermî li ser tiwttera xwe parve kir.
El-Sedir di daxuyaniyê de got:
Divê sînorên Iraqê bitaybet ji aliyê Sûriyê ve were parastin, û hemû hêzên Iraqî ji Sûriyê vekşin.
Muqteda El-Sedir diyar kir ku di rewşa ku niha Iraq tê re derbas dibe, pêwîstiya wê bi gelê wê heye.
Nîsana borî serokê şepêla Sedr Muqteda El-Sedir ji bo ewlehiya Iraqê 10 xal pêşinyar kiribûn, di nav de dûrxistina Beşar El-Esed ji serokatiya Sûriyê û vekişandina Heşda Şebî bi temamî ji nav xaka Sûriyê.