TEMELLÎ: BI ERKDARKIRINA QEYÛMAN, GELÊN TIRKIYÊ HATINE ARMANCKIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê derbarê desteserkirina qeyû,man ji şaredariyên HDP’ê re got:
“Bi tayînkirina qeyûman, gelên Tirkiyeyê hatiye hedef girtin.
Tifaqa Demokratîk, îro li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê pengava herî girîng e.”

Hevserokê Giştî yê (HDP) Sezaî Temellî û şandeya pê re di saetên serê sibê de Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) ziyaret kir, di saetên nîvro de jî, Malêngel ziyaret kir.

Li vir Temellî, da zanîn ku divê Tirkiye ji vê rewşa nayê bi rêveberin rizgar bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Bi tayînkirina qeyûman ne tenê vîna gelê Kurd hatiye xespkirin. Vê hişmendiyê, hemû gelên Tirkiyeyê kiriye hedefa xwe.

Li dijî vê darbê, divê hêzên demokratîk li hev kom bibin.

Encex em hemû bi hevre karibin, xwe ji van rojên reş û tarî rizgar bikin.

Leave a Reply

Back to top button