Bê destura Iraqê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyê

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, Tirkiye û Herêma Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku êdî bê Iraqê nabe ku Herêma Kurdistanê petrolê bifiroşe Tirkiye.

Li gorî nûçeya sîteya înternetê Argûs ku li ser enerjiyê dixebite, Dadgeha Tehkîmê ya Navnetewî biryar da ku bêyî destûra Iraqê, Herêma başûrê Kurdistana nikare petrolê bifiroşe Tirkiyê.

Malperê ev agahî spart çavkaniyeke xwe ya taybet û diyar kir ku bi vê biryarê derbeke din li Herêma Federal a başûrê Kurdistanê dikeve.

Her wiha hat gotin ku Tirkiye hatiye agahdarkirin ku êdî bê erêkirina Hikûmeta Federal a Iraqê rê nayê dayîn ku petrola Herêma başûrê Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhan bê şandin.

Di dewamê de hat ziman ku di sala 2014’an de piştî temambûna xeta Herêma başûrê Kurdistan-Tirkiyê, bi piştgiriya Tirkiyê û bêyî Bexdayê, Hikumeta Herêma başûr yekem-car bi rêya Tirkiyê neft şand benderên cîhanê.

Rojane 300 hezar bermîl neft dihate hinarde kirin

Hikumeta heremê rojane 300 hezar bermêl neft bi rêya xetê dihate henarde kirin.

Ev pêngav piştî lihevkirina Barzaniyan ya 50 salî ya bi dewleta Tirk a dagirker re hat.

Ev jî tê wateya binpêkirina peymana petrolê ya sala 1973’an hatî îmzekirin.

Lihevkirina Barzaniyan ya 50 salan Bexda aciz kir

Lihevkirina Barzaniyan a 50 salî ya bi Tirkiyê re, Bexda aciz kir. Iraq pêngav weke dizî bi nav kir û Tirkiyê ji binpêkirina serweriya Iraqê sûcdar kir.

Ji ber biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser firotina neftê ya serbixwe a li ser Herêma başûrê Kurdistanê gelek kampanya peymanên xwe yên neftê yên bi Herêma başûr re betal kirin.

Hikumeta başûr di çarçoveya aboriya serbixwe de, sala 2014’an e heya dawiya 2021’an zêdetirî milyarek û 100 milyon bermêl petrol henarde kiribû.

Her bermîlek bi bihayê 54 dolaran firotiye

Her bermêlek petrol bi bihayê 54 dolar firotiye. Bi giştî bihayê petrola hatî firotin, zêdetirî 68 tirilyon dînar bû.

Back to top button