Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi xwepêşandanekê, Saziyên civaka sivîl yên Heleb û Tebqayê û
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û rewşenbîran bi daxuyaniyan cuda Komkujiya Cindirêsê şermezar kirin.
Di xwepêşandan û daxuyaniyan de bang hesabpirsînê ji kujeran hat kirin.
Bertek û nerazîbûnên li dijî qetilkirina 4 ciwanên kurd li Cindirêsê zêde dibin.
Îro bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandanek li darxistin û kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsê şermezar kirin.
Xwepêşandana ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongra Star ve hatî organîzekirin, ji ber mala Êzidiyan a taxê dest pê kir û ber bi Meydana Şehîdan a rojhilatê taxê ve bi rê ket.
Beşdarên xwepêşandanê jî teqez kirin ku wê tola ciwanên xwe hilînin..
Komkujiya Cindirêsê li Şehbayê hat şermezar kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê têkildarî komkujiya li li navçeya Cindirêsê, li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de komkujiya Cindirêsê û sûcên dagirkeran ên li Efrînê hatin şermezarkirin.
Bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi rola xwe ya mirovahî rabin û zextê li dewleta Tirk bikin.
Helebê…Saziyên civaka sivîl banga derxistina dagirkerna ji Efrînê kir
Saziyên civaka sivîl ên li Helebê jî bi daxuyaniyekê komkujiya li Cindirêsê şermezar kirin gotin:
Ev komkujî xaleke reş li eniya partiyên ENKS’ê ye, ji ber dagirkeriya Tirk û komên wê yên çete rewa dikin.
Saziyên civaka sivîl bang li hêzên navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û hemû rêxistinên mirovî kir ku dev ji durûtiyê berdin, erkên xwe yên mirovî, exlaqî li hemberî sûcên ku li Efrînê têne kirin, bi cih bînin û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.
Tebqa…”Divê Rêxistinên Mirovî welatiyên li herêmên dagirkirî biparêzin”
Bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk berpirsa wî sûcî ye.
Di daxuyaniyê de behsa têkçûna rewşa mirovî ya li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê hate kirin û hate destnîşankirin ku li Efrînê qirkirina gelê Kurd tê meşandin.
Dawiyê rêxistinên civaka sivîl bang li NY û li aliyên têkildarî rewşa Sûriyeyê kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin.