Li Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hîn jî bandorek mezin a erdhejê heye.
Heta niha jî xelkê herêmê di vê sermayê de bê konin û bi hatina remezanê re jî zehmetiyan dibînin.
Li aliyek din jî avahiyên ku zirar dîtine ji ber xebatên pir kêm, xwe bi xwe hildiweşin.

Di erdhejên Mereşê de ji navçeyên Hatayê, tenê li navçeya Erzînê avahî hilneweşiyan.

Lê welatiyên ku avahiyên wan xesar dîtine, di konan de dimînin û ev kon jî bi derfetên xwe danîn e.

Şaredarê CHP’ê yê Erzînê ji ber ku li navçeyê tu avahî hilneweşiyabûn bi vê pesnê şaredariyê dabû.

Lê 47 rojin ji bo welatiyên ku nikarin têkevin xaniyên xwe kon peyde ne-kirine.

Li Taxa Bahçelîevlerê ji malbatên di konan de dimînin yek jê jî ,malbata Taylan e.

Malbata Taylan diyar kir ku şaredariyê hê jî kon nedaye wan û got kona ku qeymeqamtiyê daye wan jî dilopan dike.

Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!

Li Meletiyê tevî ku bi ser erdhejê re 48 roj derbas bûn jî avahiyên ku divê bên hilweşandin xetereyeke mezin didin afirandin.

Li bajêr 44 hezar û 170 avahiyên zirar dîtine û divê bi lezgîn bên hilweşandin hene.

Ji ber xebatên hilweşîna avahiyên ku divê bi lezgîn bên hilweşandin hêdî tên kirin, avahî xwe bi xwe hildiweşin.

Duh, Apart-mana Sezer a 5 qatî ya li navçeya Çermîk-tiyê hilweşiya.

Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin

Li navçeya Hatayê Îskenderûnêjî xebatên rakirina kavilên avahiyan dewam dikin.

Kavil li ber Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa M’ê, têketina navçeya Belenê û Zozanên Bîtî-şîkê yên dûrî navçeyê tên valakirin.

Kavilên li vir tên valakirin, ji hev nayên veqetandin.

Ev yek ji bo zeviyan û zozanan dibin sedema xetereyê.

Mexdûrên erdhejê bi zehmetî rojiyê digrin

Welatiyên li herêmên erdhejê, meha Remezanê di kon û holikan de pêşwazî dikin.

Li taxên girêdayî navçeya Islahiye ya Dîlokê malbat di bin siya şopên erdhejê, Remezan pêşwazî kirin.

welatî Hacer Dogan di vê derbarê de axivî û got:

“Em niha li vir zehmetiyê dikişinin.

Ez nexweş im û di pişta min de 6 platîn hene.

Min li derve agir pêxist û xwarin li derve çêkir.

Veysel Dogan jî got bi xemgînî Remezanê pêşwazî dikin, li taxa wan mirovan jiyana xwe ji dest dan, neçarin jiyana xwe bidomînin û got:

“Li vir bê ser û beriyek heye. Hin kes 3-4 caran alîkariyê digirin hin kes qet nagirin.

Back to top button