Li Dêrazorê ji ber êrişên hêzên Amerîkî nêzî 20 çekdarên Îranê hatin kuştin

Di êrişên hêzên Amerîkî ên li dijî çekdarên Îranê yên li Dêrazorê, hejmara kuştiyan zêdetir dibe.
Hêzên hikûmetê û çeteyan li herêma ‘bêçek’ şerkirin.
Li çolistana Sûrî du mayînên ji bermahiyên şer teqiyan, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Roja pêncşema borî balafireke bêmirov ya çekdarên Îranê êrişî navendeke Koalîsyona Navdewletî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Ev Êriş ji aliyê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê “Pentagon” bi daxuyaniyekê hate piştrastkirin.

Li gorî Pentagonê, di encama êrîşê de, peymankarekî Amerîkî hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Piştî vê, artêşa Amerîkî bersiva êrişê da û gelek nûqeteyên çekdarên Îranê yên li Derazorê û gundwarê wê bombebaran kir.

Şevê din jî, çekdarên Îranê bi 3 moşekdan êrişî Navenda Koalîsyona Navdewletî ya li gundewarê Dêrazorê kirin.

Şer û aloziya di navbera çekdarên Îranê û Koalisyona Navneteweyî li Dêrazorê di roja 3’an dewam dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku heta niha ji ber êrişên Amerîkayê yên li dijî nuqeteyên komên Îranê 19 çekdar hatin kuştin.

Li herêma bêçek hêzên hikûmetê û çeteyan şer kirin

Li herêma Bêçek di navbera hêzên Hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer û topbaran hebû.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku hêzên hikûmetê û çeteyên Tehrîr El-Şam li xetên şer yên başûrê Idlibê bi çekên giran û navîn şer kirin.

Li aliyê din jî, çeteyên Fetih El-Mûbîn bi hawnan avahiyek ku leşkerên hikûmetê tê de bicih dibin topbaran kir.

Heta niha derbarê encamên wê ti agahî ne-hatine zelalkirin.

Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 4 welatî birîndar bûn

Li Sûriyê bermahiyên şer ku hatine paşguhkirin, hîn jî bi şêniyan ve diteqin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku li çolistana Humisê mayînek ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de 2 welatî hatin kuştin.

Li çolistana Dêrazorê jî mayînek bi komek kes ku li kîvkaran digeriya, teqiya û 4 welatî bi giranî birîndar bûn.

Li Derayê endamekî istixbarata hikûmeta Şamê hate kuştin

Di nav de Dera, li seranserê herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tevlîhevî û rewşa xirab a ewlehiyê dewam dike.

Hate ragihand ku li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya Dera, çekdarên nenas gule li endamekî komên xwecih ên girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê reşandin û ew kuştin.

Çeteyên DAIŞ li çolistana Hemayê 15 kes serjêkirin

Sûcên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî jî zêdetir dibe.

Duh çeteyan li çolistana Hemayê komek kes ku li kîvkaran digeriyan girtin.

Çeteyan ji kesên ku girtine, 15 kes serjêkirin e.

Hîn jî çarenûsa 40 kesên din ne-diyar e.

Back to top button