Rejîma Îranê li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê cezayê girtîgeh û bidarvekirinê li 10 kesan birî.
Malpera Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, di rojên borî de, Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiye cezayê darvekirinê li 5 welatiyên ji parêzgeha Urmiye biriye.
Her wiha cezayê 10 sal girtîgehê jî, li 5 kesan hatiye birîn.
Hate ragihandin ku 10 kesên hatine cezakirin, xelkê bajarê Urmiye yê ne.
Dadgeha Îranê bi tometa ‘Tevilbûn û hevkarîkirina sîxûrtiya ji bo Îsraîlê’ ceza li wan biriye.
Li gor çavkaniyekî ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin:
Wan girtiyan, dibin gef û êşkenceyê de neçar dikin ku wan tometan li ser xwe qebûl bikin.