TJA: Rakirina tecrîdê, azadiya hemû jin û gelan e

Tevgera Jinên Azad TJA’ê têkildarî nestandina aghiyekê ji Rêber daxuyaniyeke nivîskî da û got:”Em bang li her kesî dikin ku ji pergala êşkenceya Îmraliyê re bêjin ‘raweste’ û li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin û azadiya civakî pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêber Ocalan bi hêza xwe ya çareseriyê polîtîkayên tecrîdê pûç kiriye û wiha hat gotin:

“Berxwedana fikrî, felsefî û siyasî ya ku Rêber Ocalan li Girava Îmraliyê pêş xist, Li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê hêzek mezin daye têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Em dizanin û dibînin, polîtîkayên giran ên tecrîdê yên li dijî rêzdar Ocalan, ji êrişên li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan cudatir nînin.

Ji ber vê yekê em careke din diyar dikin, têkoşîna demokrasî û azadiyê tenê bi berxwedana li dijî tecrîda Îmraliyê dikare bê meşandin.

Ji ber ku şikandina tecrîda li Îmraliyê, azadiya hemû jinan û gelan e.

Dawiya daxuyaniyê TJA’yê diyar kir ku divê demildest tecrîd rabe û hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk werin.

Back to top button