Şêniyên Şehbayê bi merasîmekê cenazeyên şehîda YAT’ê Rojeng Rifet û 2 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê oxir kirin.
Îro li Şehba merasîma oxirkirina Şehîda YAT’ê Rojeng Rifet û Şehîdên meclîsa leşkerî yên Minbicê Sêf Eldîn û Ebo Yûsif hat lidarxiatin.
Şêniyan, cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirt û ber bi goristana şehîdên berxwedana serdemê ya li navçeya Ehrezê ve bi rêketin.
Li goristanê merasîm bi amadebûna hezaran ji koçberên Efrîn û pêkhateyên Şehbayê ve bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Di mereasîmê de kesên axivîn, soza berdewamiya riya şehîdan heta pêkanîna armacên wan dan.
Paşê wesîqeyên her 3’ê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Dawiyê, cenayên şehîdan bi bin dirûşmeyan û tilîlliyên dayîkan de hatin oxirkirin.