
Li bajarê Mezarı Şerif yê Efganistanê jin li dijî qedexekirina xwendina jin û zarokên keç ji aliyê hêzên Talîban ve daketin qadan û biryar şermezar kirin.
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne di daxuyaniyê de diyarkirin ku perwerde mafê bingehîne û divê Talîban vê mafê îhlal neke.
Her wiha bang li gelê Efxan kirin ku li dijî qedexeyan bikevin tevgerê û heta ku qada perwerdê ji bo jinan neyê vekirin têkoşîna xwe bidomînin.
Jinan ev qedexe weke ‘Di sedsala 21’an de rezaleta dîrokî tê jiyîn’ bi nav kirin û bi bîrxistin ku divê saziyên navnetewî ji bo jinên Efganî berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.
Di daxuyaniyê de jinan destnîşan kirin ku jin ji perwerdeyê bê par tê hêlan û civak rastî karesatek a mirovê tê hiştin û wiha gotin:
“Em weke parazvanên xeta mafê perwerdeya zarokên keç bang li rayedarên cîhanê û saziyên navnetewî dikin, gavên bi cesaret bi avêjin.”