Hêvîdar Xalid: Divê sûcdarên komkujiya Cindirêsê werin cezakirin

Rojnemevan Hêvîdar Xalid têkildarî komkujiya li Cindirêsê û sûcên li herêmên dagirkirî nivîsek nivîsand û anî ziman ku ev sûcê hovane û komkujiya ku li eniya mirovahiyê ye, divê sûcdarên wê ku destê wan di xwîna gelê Kurd ji kevn de heye werin cezakirin.

Rojnemevan hêvîdar xalid di derbarê sûcên li herêmên dagirkirî taybet bûyera dawî li Cindirêsê nivîsek nivîsand.

Hêvîdar Xalid da zanîn ku rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî bi dawî nabin û tu kes hesab ji wan naxwaze.

Ew komên terorîst destdirêjî, kuştin, revandin û dizînê pêk tînin.

Ev hemû kiryar û sûc li pêş çav û guhê cîhanê tên kirin.

Di dewama nivîsa xwe de Hêvîdar diyar kir ku tişata biêş komkujiyek e ku wan çeteyan li dijî malbateke Kurd li Cindirêsê kiriye.

Ev komkujî li rêzesûcên li dijî gelê Kurd ên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, tê zêdekirin.

Navçeya Cindirêsê ku tê de ev komkujî pêk hatiye, yek ji navçeyên herî girîng a Efrîna dagirkirî ye û hîna ji karesata erdheja wêranker derneketiye, bi sûcê kuştina 4 ciwanên Kurd bi rêbazeke hovane veciniqî. Wê jî êşa jiyan û trajediyê li vê erdnîgariyê zêde kir. Tenê gunehê wan ew e ku Kurd in û hewl da agirê Newrozê, agirê aştiyê li pêş mala xwe pêxin û cejna xwe ya neteweyî pîroz bikin.

Rojnemevan Hêvîdar wiha anî ziman:

Gelê Efrînê yê ku li dijî zilmê li hember sûcê li dijî mirovahiyê serî hildide, piştî vê komkujiya biêş li hember celadên wê serî hilda û banga cezakirina sûcdar, çete û kujeran kir.

Hêvîdar Xalid anî ziman ku ev sûcê hovane û komkujiya ku li eniya mirovahiyê ye, divê sûcdarên wê ku destê wan di xwîna gelê Kurd ji kevn de heye werin cezakirin.

Divê qîrînên dayikan û bangên wan bigihînin guhan û divê bend werin şikandin. Ji ber ku devberdana ji doza wan û nepêkanîna edaletê îxaneta li dijî mirovahiyê bi giştî ye, divê em yek û hevgirtî bin da ku çeteyan ji xaka dagirkirî derxin.

Back to top button