Hefteya Lehengiyê

​​​​​​​”Hefteya Lehengiyê”.
Gelên Kurdistanê vê hefteyê di navbera 21-28’ê Adarê de pêşwazî dike.
21’ê Adara 1982 roja çalakiya Mazlum Dogan a zindana Amadê ye.
Ku bi vê çalakiyê pêvajoyek nû hat destpêkirin.
28’ê Adara 1986 jî Roja şehadeta fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz (Egîd) e.
Lewma ev hefte bi hefteya qeheremaniyê tê binavkirin.

Bi sedên salan Kurdistan hatiye talankirin.

Gelê wê jî tune hatin hesibandin.

Gelê wê li ser axa xwe ji mafê ziman û çanda xwe bêpar hat hiştin.

Hêzên desthilatdar erdnîgariya kurdan dagir kir û xêr û berên kurdan xistine depoyên xwe.

Ji çareyêka dawî ya sedsala 20’an ve çirûsek nû pê ket, rûpelek nû hat vekirin.

Bi damezirandina PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan re, li Kurdistanê guhertinên dîrokî pêk hatin..

Yek ji van dîrokan:

“Hefteya Lehengiyê” ye.

Di vê hefteyê de pêşengên tevgera azadiyê bi çalakî, têkoşîn û sekna xwe pêvajoyên nû dane destpêkirin..

Mohra xwe li dîrokê xistine.

  • 21’ê Adarê

Hefteya Lehengiyê ji 21’ê Adarê destpê dike.

21’ê Adara 1982’yan ango roja Newrozê ..

Yek ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan li zindana Amadê dijî zulm ê bi 3 darikên kîbrîtê çalakîk li dar xist..

Li vir pêvajoyeke nû destpêkir..

Di têkoşîna azadiyê de rûpelek nû vekir, dîrokek nivîsand.

Lewma êdî wekî Kawayê Hemdem hat binavkirin.

  • Berxwedan Jiyan e

Mazlûm Dogan li pêşberî dadgeha leşkerî ya Tirk a li Amedê dirûşma “Berxwedan jiyan e” qêriya ..

Ev bû dirûşmeya tevahiya Kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn.

  • Rêber Abdullah Ocalan: Newroz wê bi 2 navan were bibîranîn

Mazlum Dogan li pêşberî zordaran gotibû:

“Li her devereke ku Dehakên zalim hebin wê Kawayên Hemdem jî hebin.”

Lewma Rêber Abdullah Ocalan li ser mijarê ev nirxandin kiribû:

“Newroz ji niha û pê de wê bi du navan werin bibîranîn.

Newroza yekem bi nave Kawayê Hesinkar tê bibîranîn.

Ev Newroz zayîna gelê me, pêşveçûna ber bi serxwebûn û azadiyê ve, îfade dike.

Newroza duyemîn ew Newroz e ku rêhevalê me Mazlum xwe ji bo têkoşînê feda kiriye.”

  • 28ʹê Adara

Roja 28’ê jî roja şehadeta fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz (Egîd) e

Mahsûm Korkmaz yek ji damezrînerên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ye..

Fermandar Egîd 28ʹê Adara 1986ʹan di şerekî li hemberî artêşa Tirk li çiyayê Gabarê de şehîd bû.

Rêber Abdullah Ocalan li ser şehadeta Fermandar Egîd jî gotibû:

” Rêheval Egîd fermandarekî bijarte bû ku dizanî pêwîst e Newroz bi hêviyên mezin bên pêşwazîkirin.

Ew bi xwe jî bi vê zanebûnê bû û bawer dikir ku di şertên herî zehmet de dikarin gavên mezin ên nayê hejandin biavêjin.

Bi vî rengî diyar kir ku taktîka partiya me wê bikeve jiyanê û bû mînak. ”

  • Îlankirina Hefteya Lehengiyê

Ev herdû dîrok wekî gelek dîrokên din di têkoşîna azadiyê de gelekî girîng in.

Lewma PKK’ê di kongreya xwe ya sêyan de (1986) biryar girt ,

Ku rojên navbera 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya Lehengiyê” bê pêşwazîkirin.

Back to top button