NPG’ê bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek da

Fermandariya Biryargeha NPG’ê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî pîroz kir û got, “Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de em soz didin ku di her şert û mecî de li ser şopa xeta şehîdan bin”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê ji bo Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî daxuyaniyek da.

NPG’ê di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û fermandarê efsanewî yê gerîlayên Kurdistanê Mahsûm Korkmaz Egîd de hemû lehengên şoreşê bibîranî û got:

“Bi pêngava tevgera Apoyî re têkoşîna me li tevahiya Kurdistanê di asta lehengiyê de bi rê ve çû, gelek bîrdariyên lehengiyê yên mezin ji nava xwe afirand û bi saya vê yekê gihîşt vê serdemê.

Bi PKK’ê re pêngavên lehengiyê yên şexsî yên dîroka Kurdan veguheran rêxistin, rêbaz, tempo, fikir, sekn, kevneşopî û xeta lehengiyê.

PKK bi şehadetên xwe yên mezin û bi meşa xwe ya bi heybet veguherî tevgereke lehengan ku mohra xwe li dîroka nîv sedsalên dawî xist.

Çalakiyên lehengiyê û sekna fedaî ya hevrê Mazlûm û Egîd ku cihê xwe di dîrokê de girt, bûn heqîqeta ku bi îdeolojiya Apoyî şênber bû. ”

NPG’ê dazanîn ku Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe xeta berxwedanê ya PKK’ê nîşanda, Heval Eqîd jî bi vê rihê gîhan çiyayên Kurdistanê û rêbaza şerî fedaî da destpêkirin.

NPG’ê diyar kir ku ewê her xeleka şehadetekî bikin hinceta tolhildan û serkeftinê

Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hişmendiya bilind a partiyê dilsoziya bi armancê re, hevrêtiya rast a bi Rêber Apo re û ruhê bexwedanê yê ku hevrê Mazlûm Dogan destnîşan kir, wê li her derê ji bo me bibe rêberê têkoşînê.

Xeta hevrê Egîd ku navê bawerî û biryardariya bi serketina rêbaza gerîla, wêrekî, dilsoziya bêdawî ya bi xeta Apoyî re, ruhê êrîşê û rêbaza serketinê ye, wê her tim rêya me be.

Em ê wate û qîmetê bîranînên hevrê Mazlûm û Egîd hîn baştir fêhm bikin, paşketinê ti carî qebûl nekin.

Her tim bi pêş ve biçin û her xeleka şehadetê ji xwe re bikin hinceta tolhildaneke mezin û serketinê, em ê gerîlatiya serketinê veguherînin heqîqetekê.”

Back to top button