Îbrahîm Şêxo: Ji bo agirê Newrozê hatin qetilkirin

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî sûcên dewleta Tirk li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike û got:
“Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e.
Li dijî vê yekê banga min ji çar aliyên Kurdistanê ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin.”

Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Efrînê kir û di 24’ê Adarê de Efrîn dagir kir.

Ji dema dagirkerinê hemû kirin û sûc li wir hatin kirin.

Herî dawî jî di 20’ê Adarê de çeteyên Ehrar El Şerqiye li navçeya Cindirês a Efrînê komkujiyek pêk anî.

4 welatiyên ku xwestibûn Newrozê pîroz bikin qetilkirin.

Têkildarî vê yekê Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo nirxandin kir.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên ku ev welatî qetilkirine di esasê xwe de ji DAIŞ’ê ne û got:

“Welatiyên ku hatin qetilkirin tu têkiliya wan bi partiyên siyasî re tune bû.

Tenê ji bo agirê Newrozê hatin qetilkirin.

Yên ku hatin qetilkirin her yek 10 gule ji singa xwe xwaribûn.”

Îbrahîm Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan sûcan dike

Şêxo da zanîn ku dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike.

“Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e.

Tirkiye ji bo ku berpirsyariya van sûcan negire ser xwe bi destê çeteyan van sûcan dike.

Li qada navneteweyî jî bêndengiyek heye li dijî sûcan.”

Îbrahîm Şêxo: Berxwedaneke mezin li Efrînê heye

Şêxo anî ziman ku divê gelê Efrînê bi tenê neyê hiştin û wiha got:

“Hejmara gel jî kêm e. Nikarin li hemberî hêz û topên wan bisekinin.

Lê dîsa jî tiştên ku gel kiriye ne siyasetmedarên me ne jî hezên me nedikarîn bikin.

Berxwedaneke mezin li Efrîne heye.

Tevî ku hatin kuştin jî serê xwe netewandin.”

Back to top button