EMCED OSMAN: REXMÎ LIHEVKIRINÊ LÊ GEFÊN DEWLETA TIRK LI SER HERÊMÊ BERDEWAM E

Berdevkê Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Emced Osman diyar kir ku tevî lihevkirina di navebra Tirkiyê û QSD`ê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê li ser herêma parastina sînor lê hîn dewleta tirk di gefên xwe li ser herêma me berdewame.

Berdevkê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emced Osman derbarê mijara gefên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê û avakirina herêma parastina sînor ji Ajansa ANHA’ê re axivî.

Emced Osman di destpêka axaftina xwe de behsa herêma parastina sînor kir û got:

Lihevkirina di navber QSD’ê û Tirkiyê bi navbeynkariya Emerîka li ser herêma parastina sînor, nebû sedem ku gefên dewleta tirk li ser herêmê rawestin, berovajî wê dewleta tirk wê gefên xwe ranewestîne û di her derfetekê de mîna wan gefan bixwe.

Lewra ji me tê xwestin ku li dijî gefên dewleta tirk her tim hişiyar bin.

ŞÛNA YPG Û YPJ’Ê WÊ MECLISÊN LEŞKERÎ ŞÛNA WAN BIGIRIN

Her wiha girêdayî hêzên ku wê cihê YPG û YPJ`ê bigirin, Osman diyar kir ku li gorî lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Tirkiyê de, meclisên leşkerî yên herêmî wê şûna wan hêzan bigire.

BI LIHEVKIRINÊ RE PLANA GUHARTINA DEMOGRAFÎK PÛÇ BÛ

Osman balkişand li ser mijara penaberên sûrî û wiha anî ziman;

Aliyê erênî ya lihevkirinê ew e ku QSD’ê pêkanîna guhertina demografîk li herêmê û bicihkirina penaberên Sûriyê bê ser û ber di herêma parastina sînor de red kir û vegera her kesekî ji cih û warê xwe re hat erêkirin.

Lê kesên ku destê wan di rijandina xwînê û derxistina fitneyan de heye wê derheqê wan de lêpirsîn were vekirin û cezayê guncaw li wan were birîn.

EM BANGA DIYALOGA SÛRÎ – SÛRÎ DIKIN

Berdevkê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emced Osman axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Deriyê Rêveberiya Xweser li pêşberî tevahiya aliyên Sûriyê vekiriye.

Em dikarin bi hemû aliyên ku ji bo Sûriyê kar dikin bikevin diyalogê.

Leave a Reply

Back to top button