NÊZÎ 70 KESÎ, DI NAV DE SIVÎL, ÇETE Û LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Li herêma qaşo bêçek, nêzî 70 kesî di nav de çete û leşkerên rejîmê hatin kuştin û 850 êrîşên asmanî pêk hatin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, balafirên şer ên Rûsî duh êvarî nexweşxaneya Şehîd Miyeser el- Hemdo li gundewarê Idlibê kir armanc.

Di encamê de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û beşekî nexweşxayê hat xwarê.

Her wiha îro di encama bombebarankirina gundewarên Idlibê de, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriyê diyar kir ku balafirên rejîmê, gundê Me’er Şemşa li gundewarê Idlibê yê rojhilat û bajarokê Me’er Şorîn ê li gundewarê Me’eret el-Numan bombebaran kirin.

Di encamê de, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nav de 2 jin û zarokek.

Li bajarokê Kefer Nubilê jî sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Li ser erdê jî, şerê rejîm û çeteyên dewleta Tirk berdewam e.

Ji şerê duh êvarî de û heya îro, 23 kes din nav de 16 çete û 29 leşker û milîsên bi ser rejîmê ve li rojhilatê Xan Şêxûnê hatin kuştin.

Her wiha gava çeteyan hewl dan derbasî Til el-Dem a li rojhilatê Idlibê bibin, bûn armanca sekvanên rejîmê û 8 çete hatin kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button