Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî didom e

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê û bi taybet li Cindirêsa birîndar didomin.
Çeteyan êşkence li ciwanê bi navê Hesen Mihemed kirin û di encamê de ji hiş çû.
Her wiha çete rê nadin xelkên gundewarên Efrînê ku derbasî Cindirêsê bibin da ku piştgiriya xwepêşandanan bikin.

Dewleta Tirk a qirker ji dema dagirkirina Efrînê ve sûcên hovane li dijî xelkê wê pêk tîn e.

Taybet li Cindirêsa birîndar ev hovîtî roj bi roj zêdetir dibe.

MÎT’a Tirk Subhî Tobal ji navçeya Şera revand

Li aliyekî din jî MÎT’a Tirk welatiyê bi navê Subhî Tobal yê 30 salî ji navçeya Şera revand.

Hate diyarkirin ku MÎT’ê Tobal ber bi cihekî ne diyar ve biriye û heya niha aqûbeta wî nediyar e.

Xwepêşandanên li Cindirêsê dijî sûcdaran berdewamin

Her wiha çete ji bo ku rê li pêşiya xwepêşandanan bigrin rê nadin xelkên ji gundewarên Efrînê derbasî Cindirêsê bibin.

Efrîn POST ragihand ku benda ewlehiyê ya dewleta Tirk a li ser rêya Cindirêsê hin welatiyên ku bi armanca piştgrîdayîna xwepêşandanan dixwestin derbasî Cindirêsê bibin girtin.

Hêjayî gotinê ye ji êvara Newrozê ve xwepêşandan li navçeya Cindirêsê lidar in û tê de banga cezakirina kujeran tê kirin.

Back to top button