Dadgeha Îranê 3 sal û 4 meh ceza li Şîlan Kurdistanî birî

Hemwextî berdewamiya serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtina jin û ciwanan jî ji aliyê dewleta Îranê ve berdewame.Dadgeha Şoreş ya bajarê Sine, 3 sal ceza li aktivîsta jinan Şîlan Kurdistanî birî.

Li gorî nûçeya Kurdpa, şaxa yekem ya Dadgeha Şoreş ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta jinan Şîlan Kurdistanî biriye.

Dadgehê bi hêceta Şîlan endama koma jinan ya Jineolojiye û dijî desthilatê bang kiriye, ceza da.

Hêjayî gotinê ye Şîlan Kurdistanî di 23’yê Cotmeya 2022’yan de di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û piştre bi kefalet hatibû berdan.

Back to top button