Hevserokên Tevgera Azadî sersaxî ji Lahor Şêx Cengî xwestin

Ji bo wefata dayîka Lahûr Şêx Cengî Fatima Qadir, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê peyama sersaxiyê dan.

Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî Tara Hisên û Selam Ebdullah bi boneya wefata dayîka Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî peyamek a sersaxiyê weşandin.

Hevserokan dipeyama xwe de tê gotin;

“Hêvîdarîn giyanê dayîka we ya mihrîban şad û aram be, wefata wê ya bêdawî bibe wesîleya xêr, lihevkirinê.

Û bibe bi dawîhatina nakokiyên ku ne di berjewendiya ti aliyek û vê rewşa hestiyar a Kurdistan û herêmê de ye.

Hun, heskiriyên we û welatparêzên Kurdistanê temen dirêj bin û bi hêviya ku ev wefat bibe xema we ya dawî.”

Back to top button