Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê navber dewam dikin.
Dagirkeran îro dîsa gundewarê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Îro careke din artêşa dewleta Tirk a dagirker berê topên xwe da herêmê û bi dijwarî topbaran kir.
Topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di seatên nîvro de pêk hat.
Vê carê dagirkeran gundê Seyda, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.