Rêveberiya Xweser alîkariyên nû dişîne ji mexdûrên erdhejê re

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mexdûrên erdheja 6’ê Sibatê kampaniya alîkariyê da dest pêkirin.
Di vê çarçoveyên de xelkên Kobanê îro alîkarî ji bo mexdûrên li Şehba û Helebê şandin.

Alîkariyên ku hatine şandin, encama pêngava “Bi hev re ji bo mirovahiyê” a ku Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê ji bo mexdûrên erdhejê ragihandiye.

2 kamyonên tijî alîkarî ber bi deriyê El Tayihe yê Minbicê ve kete rê da ku ji wir derbasî Heleb û Şehbayê bibin.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Hêlîn Hacim axivî û wiha got:

“Zêdetirî mehekê ye em hewl didin ku alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.

Ji ber wê, me hemleyên komkirina alîkariya ragihand.

Îro jî, alîkariyên ku me berhev kirine, em dişînin.

Hêlîn diyar kir ku ji ber rê li pêşiya wan girtî bû, şandina alîkarêna dereng ma, îro destûr hat da ku alîkariyên hatine komkirin derbasî herêmên zirar dîtine bibin.

Back to top button