Biden armanca êrîşên li dijî çekdarên Îranê li Sûriyê eşkere kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden, hûrguliyên êrîşên li dijî çekdarên Îranê li Sûriyê, bi nameyekê bo Kongrêsê, eşkere kirin.

Biden di nameyê de got:

“Ji ber êrîşên berê û egeriya pêkhatine êrîşne nû li dijî hêzên me, me dest bi van êrîşan kir.

Êrîşên me, li ser baregehên çekan yên ku Pasdarên Îranê bikar dianîn pêk hatin.

Serokê Amerîkayê teqez kir ku ev êrîş bi baldarî tên kirin, da ti ziyan negihêjin sivîlan û wiha peyama xwe dewam kir:

“Em van êrîşan ji bo parastina ewlekariya xwe ya netewî û parastina berjewendiyên Amerîkayê pêk tînin.

Îran: Êrîşa Amerîkî a li dijî hêzên Îranê bêbersiv namîne

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Meclîs Neteweyî ya Îaranê Kîwan Xisrewî teqez kir, ku çi êrîşa Amerîkî li dijî hêzên Îranê li Sûriyê, bê-bersiv namîne.

Wezareta Derve ya Îranê jî, êrîşên Amerîka li dijî hêzên Îranî yên li Dêra Zorê şermezar kir.

Berdevkê Wezaretê Nasir Kenanî, êrîşên Amerîka li nava xaka Sûriyê weke binpêkirina qanûnên navdewletî, serweriya niştimanî û yekîtiya xaka Sûriyê, pênase kirin.

Back to top button