Xwendekarên Zanîngeha Kobanê şahiya pîrozkirina Newrozê li dar xist

Di bin dirûşmeya “Zanebûn Xwebûn e, Xwebû Hebûn e” şahiya pîrozkirina Newrozê li Kobanê hate lidarxistin.
Di şahiyê de stran û şano hatin pêşkêşkirin.

Şahî li pêşiya zanîngeha Kobanê hate lidarxistin.

Bi sedan xwendekar bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî şahiyê bûn.

Kesên di şahiyê de axivîn, Newroz li rêber APO û tevahî gelê Kurd pîroz kirin.

Şahî bi gerandina govendan û pêşkêşkirina stran û şanoyan bi dawî bû.

Back to top button