Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE xwestin dagirkeriya ji Efrînê derxînin

Îro jî dijî komkujiya Cindirêsê bertek û çalakî hebûn. Vê carê Koçberên Cindirêsê yên li Şehbayê dimînin çalakiyek li dar xistin. Her weha dayikên Aştiyê yên Tebqayê û Partiyên siyasî yên li Reqayê jî bi daxuyaniyan komkujiya Cindirêsê şermezar kirin û bang bidawîkirina dagirkeriyê û destekdayîna xelkê Efrîn kir.

Koçberên navçeya Cindirêsê li kantona Şehbayê bi çalakiyekê komkujiya Cindirêsê şermezar kirin.

Koçberan bang li NY’ê, rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî rabin, şêniyên Efrînê ji van komkujiyan biparêzin.

Her weha koçberan ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Rizgariya Efrînê xwestin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derbixin.

Dayikên Aştiyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bang kirin

Dayikên Aştiyê yên Tebqayê jî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û Komkujiya Cindirêsê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku Kurdên li Efrînê di qirkirina etnîkî re derbas bikin.

“Dagirkeran axa Efrînê ya pîroz veguherandiye gola xwînê. Cîhan jî li hember vê rewşê bêdeng e.

Dayikên Aştiyê bang li gelên têkoşer kirin ku destê xwe bidin hev, Efrînê û herêmên din ên dagirkirî rizgar bikin.

Partiyên Siyasî: Dewleta Tirk û Îtîlaf berpirsên komkujiya Cindirêsê ne

Endamên PYD, Partiya Biratî ya Kurdistanê û Partiya Muhafizkeran li bajarê Reqayê têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 5 salan in li dijî Kurdên Efrînê sûcan dikin.

Lê belê çirûska agirê Newrozê maskeyên wan anîn xwarê û kîna wan li dijî vî gelî careke din eşkere kir.

Partiyan destnîşan kir ku Komkujiya Cindirêsê, rastiya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de raxist pêş çavan û got: “Dewleta Tirk û Îtîlafa Sûriyê berpirsên vê komkujiyê ne.

Partiyan bang li hêzên navneteweyî kirin ku bi lez bikevin nav tevgerê û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî bînin.

Back to top button