Heşda Şebî hêzên xwe li ser sînorên Iraq û Sûrîyê zêde kir

Çavkaniyek ewlehiyê ragihand ku îro hêzek zêde ya Heşda Şebî, li ser sinorê Iraq-Suriyê ye. Tê gotin ku hêz bi armanca parastina sinor û bersivdaniya her êrişek muhtemel a Emerîkayê hat bicihkirin.

Çavkaniyek ewlehiyê ji parêzgeha Enbarê ji medya Iraqê re ragihand ku îro hêzek zêde ya Heşda Şebî li ser sinorê Iraq-Suriyê li rojavayê parêzgeha Enbarê hat bicihkirin.

Çavkaniyê eşkere kir ku her êrişek ji aliyê balefirên Emerîkayê ve li ser wan çêbe, ew ê bersiv bidin.

Hat ragihandin ku hêzên Heşda Şebî li wê herêmê, li ser hemû rêyan bendên xwe yên kontrolê danîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 24’ê Adarê balefirek bê mirov ku hat gotin a hêzên Îranê ye, li Dêrazorê baregehek hêzên Koalisyonê bombebaran kiribû.

Di êrişê de karmendek Emerîkî hat kuştin, 6 leşkerên Emerîkî jî birîndar bibûn.

Piştî êrişê, wek bersiv hêzên Emerîkayê li Dêrazorê baregeh û navendên çekdarên Îranê bombebaran kir.

Di êrişa hêzên Koalisyonê de 8 çekdar hatibûn kuştin.

Back to top button