PARLAMENTER CANBAZ: BI QEYÛMAN DIXWAZIN CIVAKÊ TECRÎD BIKIN

Parlamentera HDP’ê a Stenbolê , Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan û Serok Şaredarê Dersimê li dijî dagirkirina şaredariyan bertekek tund nîşan weke berdewama siyasetê inkara gelê Kurd bi nav kirin.
Di heman çarçoveyê de, KCD’ê bang li çar beşên Kurdistanê kir ku li dijî qeyûman helwesta hevpar nîşan bidin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, diyar kir ku desthilata AKP’ê bi erkdarkirina qeyûman dixwaze hemû civaka Tirkiye tecrid bike û got:

“Divê her kes ji bo Amed Mêrdîn û Wanê rabe ser piyan. Divê her kes eniya Tirkiye li dijî qeyûm rake ser piyan.

Erkdarkirina qeyûm ne tenê li ser gelê Kurd e.

Qeyûm erkdarî eniya Tirkiye jî hatiye kirin.

Divê li dijî erkdarkirina qeyûman eniya Tirkiye jî têkeve nava liv û tevgerê.

SEROKÊ PSK’Ê TEK: ERKDARKIRINA QEYÛMAN QEBÛLNEKIRINA GELÊ KURD E

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK’ê Mesûd Tek jî li dijî erkdarkirina qeyûman bertek nîşan da.

Tek da xuyakirin ku ew li cem HDP’ê cih digirin û wê di siberojê de li ser xalên hevbeş li hev bikin.

Tek got erkdarkirina qeyûman berdewama siyaseta înkarkirina vîn û hebûna gelê kurd e.

MAÇOGLU: GER EM BÊDENG BIMÎNIN, WÊ QEYÛM BIBE PIRSGIRÊKA HEMÛ PARTIYAN

Serok Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu jî qeyûm weke binpêkirina îradeya gel bi nav kir û ev hişyarî da:

Eger li dijî tayînkirina qeyûman deng neyê derxistin wê qeyûm bibe pirsgirêka hemû partiyan.

Lewma divê hemû saziyên demokrasiyê yên Tirkiyê li dijî vê neheqiyê derkevin û bi wîjdanek hevpar li dijî vê yekê derkevin.”

KCD’Ê LI DIJÎ QEYÛMAN BANG LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KIR

Ji bo heman mijarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl xwest ku li dijî erkdarkirina qeyûman helwesta hevpar û neteweyî nîşan bidin.

KOMELEYÊN HERÊMÊ YÊN STENBOLÊ: EM QEYÛMAN NAS NAKIN

Komeleyên herêmê yên Stenbolê jî diyar kirin ku bi erkdarkirina qeyûman vîna gel hatiye binpêkirin û ew van qeyûman nas nakin.

Leave a Reply

Back to top button