Kanada: Tenê zarokên DAIŞ’î dikarin vegerin

Li bakûr û rojahilatê Sûriyê bi dehezaran çeteyên DIAŞ’ê girtîne. Hin dewlet metirsiya vê yek berçav dike û hin jî paşguh dikin. Hikûmeta Kanadayê ji bo vegera hemwelatiyên wê yên ji malbatên DAIŞ’ê tenê zarok qebûl kiriye.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi dehezaran ji çeteyên DAIŞ û malbatên wan girtîne.

Bi ser de dewleta Tirk bi hemû awayî êrişî herêmê dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî bi bersivdayîna van êrişan mijûle.

Çeteyên DAIŞ’ê jî, hewl didin ku ji vê rewşê derfet bibînin û jinûve zindî bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Berpirsên NY gelek caran bang li dewletên cîhanê kirin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î wergirin.

Di vê xwextê de, Hikûmeta Kaneda ji bo vegera welatiyên wê yên ji malbatên DAIŞ’ê şert û mercan dike.

Li gorî raporeke malpera CBC, Kanadayê ji bo vegera li welat, bi 4 jinên DAIŞ’î re peywendî kiriye.

Hikûmeta Kenadayê ew agahdar kirin ku tenê zarokên xwe bişînin welat, yan jî ew û zarokên xwe li kampên bimînin.

Back to top button