Li Amerîkayê ji ber ba û babîsokê 26 kes miirin

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê DYE’ê ba û bablîsok rabû. Ji ber karesatê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bahoz û babîsokê bandoreke giran li eyaletên Mîssîssîppî û Alabama yên DYE’ê kirin.

Ajansa Rewşa Lezgîn a Mîssîssîppî ragihand ku di nava rojekê de li herêmê 10 bahoz û bablîsok rabûne û bandoreke giran kiriye.

Hate ragihandin ku di encama karesatê de li eyaletê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bahozê bandor li eyaleta Alabama jî kir û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Tabloya ku li bajarê Rollîng Fork a Mîssîssîppî rû da, giraniya karesata xwezayî radixe pêş çavan.

Li bajarê ku nifûsa wê nêzî 2 hezar kes e, ji ber bahozê li tevahî avahiyan zirar çêbû û darên ku temenê wan dehan salin, ji kokê ve hilbûne.

Hat diyarkirin ku ji ber şideta bahozê gelek wesayît qulibîn û di bin dar û parçeyên avahiyan de man.

Back to top button