Kirinên çeteyên bi ser dewleta Tirk li Efrîna dagirkerî berdewamin.
Li Cindirêsê çeteyan li ciwanekî da û gefa kuştinê lê xwarin ji ber ku beşdarî xwepêşandanên Cindirêsê bû.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê.
Ciwanê bi navê Mihemed Ebdo Hido yê ji navçeya Şiyê ji aliyê komên çete ve rastî lêdanê hat.
Sedema lêdanê jî ji ber ku tevlî xwepêşandanên Cindirêsê bibû û sembolên kurdî nîşan dabû.
Di nîvê şevê de çeteyên bi navê “Sultan Silêman Şah (El-Emşat) bi ser mala Mihemed de girtin.
Jê xwestine ku derkeve nava zeviyên derdora navçeyê.
Wê demê lê kom bûn bi tundî lê xistin û gefa kuştinê lê xwar.