“Rêxistina Mafên Mirovan û CPT’yê hevkarên dewleta Tirk in”

Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bertekên tund derdikevin .
Welatiyên Hesekê diyar kir ku CPT’yê bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk.

Welatiyê bi navê Mihemed El Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk tune bike û got:

“Fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan bingeha projeya rêveberiya xweser û jiyana hevbeş e..

Dewleta Tirk hewl dide vê projeyê têk bibe..

Ji ber vê yekê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ..”

Mihemed El Ehmed bêdengiya rêxistinên navneteweyî û yên mirovî ya li hember tecrîdê şermezar kir.

Welatiyê bi navê Ezîz Elî jî got:

“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta yekane ya çareseriyê ye.”

Şêniya bi navê Sena Mihemed tekez kir ku CPT’yê bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk .

Back to top button